All NewsTop

Serok Nêçîrvan Barzanî bi cîger serokwezîrê beljîka re hevdîtin

di çarçoweya Konferansa Asayîşa Munchenê ya Almanyayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê Xanim Sophie Wilmes kir.

Gotûbêjan li ser berdewamiya şerê li dijî terorê û encamên şerê li dijî DAIŞê, bal kişandin ser şert û mercên kampa penaberan a Hewlê. Herdu alî hevbîr bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê, jibilî bersiva serbazî, divê pilaneke giştgîr hebe bo bihêzkirina çanda lêborîn û pêkvejiyanê bi rêzgirtina dualî ji hemû ol û civakan re, bi taybetî bi rêya perwerdeyê.

Her wiha li ser rewşa Êzidiyan, mexdûrên terorê, Êzdiyên rizgarbûyî yên ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û yasaya Jinên Êzidî yên Rizgarkirî hatin nîqaşkirin.

Herwiha di civînê de behsa hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin. Serok amadehiya Herêma Kurdistanê bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dûpat kir. Serok herwiha spasiya alîkarî û piştevaniya Belçîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button