All NewsTop

Komek mezin ji karsazên rûs wê bên Ermenîstanê, ermenî jî wê herin Çeçenîstanê

Mîsyona karsaziya mezin a Rûsyayê, ku di nav de pargîdaniyên ji qadên cûda pêk tê, dê di 24-25ê Sibatê de li Ermenistanê be. Ev agahî ji aliyê nûnera bazirganiya Rûsyayê ya li Ermenîstanê Anna Donçênko ve di civîna çapemeniyê ya li Navenda Multimedyayê ya Navneteweyî ya Spûtnîk Ermenîstanê de hat dayîn.

Serdan ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rûsyayê û Wezareta Aboriyê ya Ermenistanê ve di asta cîgirên wezîr Alêxêy Grûzdêv û Narêk Têryan de tê organîzekirin. Mîsyona karsaziyê dê maseyên dor li dar bixe, dê di hilberînan de hevdîtinan pêk bîn.

Serdan ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rûsyayê û Wezareta Aboriyê ya Ermenistanê ve di asta cîgirên wezîr Alêxêy Grûzdêv û Narêk Têryan de tê organîzekirin. Mîsyona karsaziyê dê maseyên dor li dar bixe, dê di hilberînan de hevdîtinan pêk bîne.

 Di 27ê sibatê de, bi serokatiya walî Nîkolay Lyûbîmov, ji herêma Ryazanê şandeyeke mezin a bazirganiyê wê bigihêje Yêrêvanê.

Pêşangeh dê li Merîdîan Expo Center ya li Êrîvanê vebe û dê du mehan berdewam bike. Mîsyonên din ên herêmî yên ji Tula, Çelyabînsk, Kûrgan û herêmên din têne amadekirin.

Nûnerên Rêyên Hesinî yên Kafkasya Başûr û Koma Şîrketên Taşîr herî dawî li platforma nûnertiya bazirganiyê hatin cem hev.

Di sala 2021 de, Nûnertiya Bazirganî ya Rûsyayê li Ermenîstanê nêzî 130 proje ji bo hinardekirina kelûpelên rûsî pêş xist û di encamê de girêbestên bi qasî 75,5 mîlyon dolarî hatin îmzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button