All NewsTop

Ararat Mîrzoyan li Mûnxenê beşdarî gotûbêja li ser perspektîfên pêşketina Kafkasya Başûr bûîe

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 19ê Sibatê de beşdarî gotûbêja ku di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de ji aliyê Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Alman (GIZ) ve ji bo geşepêdana herêma Kafkasya Başûr hatibû organîzekirin, bû. Di çalakiya ku li gorî qaîdeyên “Chatham House” hat lidarxistin de Ararat Mîrzoyan axaftinek kir û bersiv da pirsên beşdaran.

Alîkarê Serokwezîrê Gurcistanê, Wezîrê Karên Derve Davîd Zakalalîanî, Wezîrê Enerjiyê yê Azerbaycanê Parvîz Şahbazov, Serokê Banka Cîhanê David Malpas, Sekretera Giştî ya OSCE Helga Maria Schmid, Dîrektora GIZ Ingrid-Gabriela Hoven jî beşdarî çalakiyê bûn. Pêşkeftina Aborî ya Almanya.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button