All NewsTop

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê pêşwaziya Balyozê Qraliyeta Hollandayê kirîe

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan 17ê Sibatê, Balyozê Karûbarên Awarte û Temsîlkar ê Komara Ermenîstanê ya Hollandayê Nîko Sxêrmêrsîn qebûl kir.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî ewlekariya herêmê hatin gotûbêjkirin. Li ser daxwaza Balyozê Wezîrê Parastinê rewşa sînorê li Artsaxê piştî rawestandina şer, helwêstên Komara Ermenistanê û pêşniyarên ji bo kêmkirina aloziyan pêşkêş kir.

Her wiha mijarên têkildarî geşedanên navneteweyî jî hatin axaftin. Hevpeyvîn li ser jîngeha ewlekariya navçeyî-navdewletî, derfetên hevkariyên dualî û piralî nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button