All NewsTop

Di dema şer de, li Şûşî û Hedrûtê mal, kreş, dibistan û navendên tenduristiyê rasterast bûne hedef. Parêzvanê Mafên Mirovan

Li Stepanakertê, min û hevtayê xwe yê ji Artsaxî Gêgham Stêpanyan, em çûn serdana penageheke demkî ya sivîlên ku bi darê zorê ji Şûşî û Hedrûtê ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve di encama paqijkirina etnîkî de koçber bûne. Ombudsmanê Ermenîstanê Arman Tatoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand.

“Rewşa dabînkirina mafên wan hatiye lêkolînkirin, bi kesên di stargehên demkî de dijîn re axaftinên taybet hatine kirin.

Hemiyan diyar kirin ku li her du bajarokên Şûşî û Hedrûtê, gundên derdorê, malên xelkê di dema şer de rasterast bûne armanca êrişên çekdarên Azerbaycanê û êrişên armanckirî li dijî sivîlan hatine kirin.

Xelkê şahidî kir ku kreş, dibistan û navendên tenduristiyê rasterast ji aliyê Azerbaycanê ve hatine êrîş kirin. Di encama koçkirina bi darê zorê de, êrîşên Azerbaycanê xelk ne tenê ji malên wan, lê her weha ji alavên cûrbecûr – otomobîl, makîneyên çandiniyê, û dewarên piçûk û mezin û heywanên din jî bêpar hiştin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button