PoliticsTop

Þengal (Sîncar): p’evçûn navbera ordîya Îraqê û t’erefdarê FK’P’-da

Li Sîncarê, li qeza Îraqêye Nînêvîyayê li misk’enê ÿzdîyê binelî p’evçûnê  ne berbiç’e’ve  navbera ordîya Îraqê û t’erefdarê FK’P-da qewimîne. Îdrîs Zozanîyê wek’îlê firqêyî cî e’lamkir, wekî ev pey wê yekêr’a qewimîye, çaxê t’erefdarê FK’P ÿrîþ birine ser çend avayê h’ökömetî û beyraqa  I’raqî derxistine. R’okê pêþda Asîr al-R’ûbayîyê gênêralê brîgadê, qömandarê dîvîzîya ordîya Îraqêye 20-î, fotoþiklê E’bdûla Ocelanê serk’arê FK’P-î girtî ij ger’a li Sîncarê daye hilanînê, bi sozdayîna her kesî cezake, ê kö töriþbike r’emza FK’P cime’tî  t’eþhîrke.

Axirîya miqabilîhevbûna FK’P û FK’D-êda binelîyê ÿzdîye cî dizêrin.

H’ökömetê  t’ifaqdarîyê h’emû teherî dice’dîne p’evk’etina sala 2020-î mîaserke, k’îjan t’ev Hewlêrê bona normalkirina h’alê sîncarêda hatîye qolkirinê. P’evk’etin isa jî nav wê hejmarêda t’exmîndike, wekî qewatê FK’P û r’ezedilavnê «Haþd aþ-Þaabî”-êye mêlîranî ij Sîncarê her’in.  Derge-dîwanê Îra’qê û h’ökömetê K’ördistanêye neh’îyê FK’P nav nemeh’kemîya neh’îyê û t’er’ibandina paþdahatina bi seda h’ezara ÿzdîya, ê kö encama köþtinê sernaserda hatne cîgöhastinê, ê hindava “Dewleta îslamîyêda” kirî têne gönek’arkirinê.

FK’P bingeha xwe ij destpêbûna  sala 2014-a  dak’ötana tirsk’arê DÎ-êye li Sîncarê e’firand, lê paþê sala 2017-a wira cîyê xwe meh’kemkir, çaxê qewatê K’ördistanêye p’êþmerge dest konflîkta t’ev Beg’dayê dûrk’etin.

Qewatê ÿzdîyaye cîye xwexweykirinê dice’dînin t’ev konflîkta navbera FK’P û DPK-ê nevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button