PoliticsTop

Ermenîstanêda t’ev bajar’vanê welatê din bajar’vanê T’irkîayê û Adrbêcanê hîvîya sit’arê kirine

Wekî Ermenîstanêda  sit’arê bistîtnin, sala 2021-ê 260 kes xîtafî xizmetk’arîya Ermenîstanêye dîwanîye mîgrasîonê bûne.

Ij Ermenîstanê sala 2021-ê giþta ze’ftir bajar’vanê Îranê sit’ar hîvîkirîye- 118 kesî, 35 e’rze hatne r’awestandinê yan körtkirinê, 42 bajar’vanê Îranê nanakirin stendîye. 40 bajarxvanê Îranê r’ewþa mihacir stendîye. R’ewþa 3 mihacira hatîye r’awestandinê.

Pey bajar’vanê Îranêr’a sala 2021-ê giþta ze’ftir bajar’vanê Îraqê sit’ar hîvîkirîye- 52 kesa, e’rza 4-a hatîye r’awestandinê, 9-a r’ewþa mihacir stendîye.

Par seva stendina sit’arê 27 bajar’vanê Sûrîyayê e’rze t’emsîlkirîye. E’rza dö bajar’vanê Sûrîyayê hatîye r’awestandinê yan körtkirinê, 20-î r’ewþa mihacir stendîye.

Ij Ermenîstanê sala 2021-ê isa jî 14 bajar’vanê Kûbayê sit’ar hîvîkirîye, e’rza 12-a hatîye r’awestandinê yan körtkirinê, 7 bajar’vanê Kûbayê nanakirin stendîye, yekî- sit’ara mihacir. Par isa jî 7 bajar’vanê Ûr’isêtê e’rza sit’arêye Ermenîstanêda t’emsîlkirîye, e’rza yekî hatîye r’awestandinê yan körtkirinê, 4-a nanakirin stendîye.

Sala 2021-ê isa jî 6 bajar’vanê T’irkîayê sit’’ar hîvîkirîye, e’rza yekî hatîye r’awestandinê yan körtkirinê, 3 bajar’vana jî r’ewþa mihacir stendîye.

Sala 2021-ê e’rza bajar’vanekî Adrbêcanêyî  bi sit’arê xîtavbûyî yan körtbûye, seva sit’arê 2 bajar’vanê Adrbêcanê nanakirin stendîye.

Nav salê isa jî bajar’vanê Çînê, Ûkraînayê, Ordonê, Görcistanê û welatê din sit’ar hîvîkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button