All NewsTop

Wezîrên karên derve yên Ermenistan û Rûsyayê li ser asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Tirkiyê axivîne

Di 15ê sibatê de Wezîrê Derve yê Ermenistan ê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov re bi telefonê axivîe.

Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov bal kişandin ser pêkanîna peymanên ku di daxuyaniyên sêalî yên 9ê çirya paşîn 2020, 11ê kanûna paşîn 2021 û 26ê çirya paşîn 2021an de pêk hatin.

Di hevdîtinê de bal kişandin ser gavên ku ji bo zêdekirina asta aramî û ewlehiyê li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, avakirina mekanîzmayên xêzkirin û veqetandinê hatine avêtin.

Di peywendiya telefonî de wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Rûsyayê li ser hevkariyên li ser platformên dualî û piralî û mijarên rojeva herêmî û navneteweyî axivîn.

Wan li ser pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button