TopWorld

Jineke Alman ji ber destdirêjiya Êzidiyan bi sûcên şer tê sûcdarkirin

Jineke Alman ku li Sûriyê bi sê çekdarên DAIŞê re zewicî bu, bi tawanên şer hate tawanbar kirin.Tê gotin ku wî şîdetê li koleyeke êzdî ya ku di destê mêrekî wê de bû, kiriye.

Jina ku navê wê Jalda A ye, di sala borî de piştî vegera wê bo Frankfurtê ji kampeke kurdî ya ku ew çar sal tê de girtî bû, hat girtin, rayedarên Almanî got.

Ew bi tawanên şer, alîkarî û piştgirîkirina jenosîdê û tevlîbûna rêxistineke terorîst a biyanî, di nav tawanên din de, tê tawanbar kirin.

Di doza herî dawî de dozger got ku mêrê sêyem Jalda A jineke Êzidî weke kole girtiye û her tim destavêtinê wê kiriye.

Dozger got, “Wê bi xwe hema her roj îstismar li jinê kiriye, bi taybetî piştî destavêtinê. Wê bi rêkûpêk lêdan û pê li jinê dixist, porê wê dikişand an serê wê li dîwar dixist.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button