
AnalitikaUA.net li ser zarê çavkaniyên xwe radigihîne, Balyozxanya û Konsulxanya Ermenistanê yên li Ukraynayê bi asayî kar dikin.
Li gorî rojnameyê, hemû dîplomat li cihê xwe dixebitin, servîsên konsolosxaneyê karê xwe dikin.
Li gorî nûçeyên medyayê, Balafirgeha Navneteweyî ya Borispolê jî normal dixebite, lê hişyarî dide ku dibe ku di demek nêzîk de bername biguhere.