PoliticsTop

David Babayan. Artsax tu carî nabe beşek ji Azerbaycanê

Artsax tu carî nabe beşek ji Azerbaycanê. Bila her kes vê yekê bizanibe. Wezîrê Karên Derve yê Artsax ê Davîd Babayan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de ev tişt got.

“Ev ji bo me nayê qebûlkirin. Dinya dikare çi bike? Dibêjin tevlî Azerbaycanê bibin? Em tevlî nabin, Azerî dikarin çi bikin? ji bo komkujî organîze bike? Helbet na.Êrîş û teror me natirsîne”: got Wezîr.

Babayan li ser pirsa gelo aliyê ermenî yekparebûna axa Azerbaycanê nas kiriye yan na, Babayan diyar kir ku “Ermenîstanê ti carî bi fermî yekîtiya axa Komara Azerbaycanê nas nekiriye. Ew yekem e. Ya duyemîn jî, Artsax di yekparebûna axa Azerbaycanê de nîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button