
Erê, di demek nêzîk da di darazê de maşên nû bên zêdekirin.
Jixwe mijara zêdekirina maşê dadwerên Dadgeha Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn di nava tevgerê de ye. Serokwezîr Nîkol Paşînyan 10ê Sibatê di civîna hikûmetê da behsa vê yekê kiribû.
Paşînyan destnîşan kir ku kevirê bingehîn ê gendeliyê kêmbûna maşê karmendekî dewletê ye û her kes dizane ku gendelî çi felaketan tîne ser jiyana welatiyekî asayî.
“Bi giştî di rojeva me de mijara zêdekirina maşên dadweran bi taybet dozgerî û saziyên lêkolînê heye.