
Îro 9ê Sibatê Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Meclîsa Neteweyî de behsa vekirina rêya hesinî ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û proseya vekirina rêyan kir.
Wî bi bîr xist ku li ser astê serkirdeyên Ermenîstan û Azerbaycanê li ser çêkirin û vegerandina rêya , rêya hesinî ya Yerash-Culfa-Ordubad-Megrî-Horadiz lihevhatinek hatiye çêkirin û ji bo organîzekirina avakirina rêya hesinî jî komeke xebatê hatiye avakirin.
Herî dawî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mher Grigoryan bi cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleskey Overchuk û serokê “Rêyên Hesinî yên Rûsyayê” Oleg Belazyorov re hevdîtinek pêk anî. Ew niha li ser sêwirandin û avakirina karê teknîkî nîqaş dikin.
Di derbarê rêyan de jî serokwezîr got ku ev pêşniyar hatine formulekirin û hatin şandin aliyê Azerbaycanê, Rûsyayê û hevkarên navneteweyîê.
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê got: “Her gava ku em ji Azerbaycanê bersivek erênî werbigirin, em amade ne ku proseya restorekirin û çêkirina rêyên rê bimeşînin”.