PoliticsTop

Ermenistan wê xebatên xwe yên ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan a navneteweyî bidomîne: Wezîrê karên derve

Di bernameya hikûmetê de naskirina navneteweyî ya Qirkirina Ermeniyan ji bo Komara Ermenîstanê û gelê Ermenî weke garantiyeke zêde ya ewlekarîyê tê naskirin. Wekî ku “Armenpress” dide zanîn,Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan di civîna pirs û bersivan de ku bi endamên Hikûmetê re li Meclisa Neteweyî hat kirin de bersiva pirsa Sekreterê Fraksiyona “Ermenîstan” Artsvîk Mînasyan da.

Artsvîk Mînasyan parçeyek ji stratejiya ewlekariya neteweyî vegot û tê de tê gotin ku armanca neteweyî ya gelê Ermenî naskirina Qirkirina Ermeniyan, derbaskirina encaman û ji holê rakirina komkujiya Ermeniyan e. Mînasyan pirs kir ku hikûmeta Komara Ermenîstanê van armancan didomîne yan na?

Di bersivê de Ararat Mîrzoyan got ku hikûmeta komara Ermenîstanê bi berdewamî di cîbicîkirina hemû gavên ku di bernameya Hikûmetê de ku ji aliyê vê parlementê ve hatiye pesendkirin, hatine behskirin, berdewam dike

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button