SocietyTop

Deriyên serkeftinê ji bo jinên êzidî ne girtîne: Zarê Kakoyan

Zarê Kakoyan keçeke êzdî ye ku li Ermenîstanê ji dayik bûye, li zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê xwendiye, niha li Almanya dijî û kar dike. Zare îspat dike ku deriyên serkeftinê ji bo jinên êzidî ne girtîne. Ew difikire ku li Ermenîstanê zehmetî hene, lê ew zehmetî ne tenê ji bo keçên êzdî, ji bo xortan jî hene. Di warê perwerdehiyê de ermeniyên gunda jî zehmetîyê divînin. Zarê di axaftina xwe ya li gel me de di wê baweriyê de ye ku gelek kes wisa difikirin ku xwendin ne lazime, ji ber ku paşê wê nikaribin karekî peyda bikin.

Li Almanyayê civateke mezin ya êzdiyan heye, wek ku Zare radigihîne, êzdiyên ji çend welata hene li wir . Li gor wî ferqa di navbera êzdiyên welatên cuda li vir zêdetir xuya dike.

Zarê amadeye alîkariya hemû ciwanên êzdî bike yên ku dixwazin li Almanyayê perwerdeya xwe bidomînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button