PoliticsTop

Siyaseta tunekirina mîrata dîrokî û çandî ya Ermenîstanê, gotinên Azerbeycanê yên ji bo lihevkirinê berovajî dike”: Wezareta Karên Derva

“Wezareta karên derve ya Ermenistanê bi tundî şermezar dike daxuyaniya Wezîrê Çandê yê Azerbaycanê Anar Kerîmov di 3yê Sibata de li ser avakirina komeke xebatê ya ji bo ku berhemên olî, dîrokî û çandî yên ermenî yên di bin kontrola Azerbaycanê de ne, bên xirakirin, nasname wan bên guhertin”: Berdevkê Wezareta Derve Vahan Hunanyan.

“Afirandina avahiyek bi vî rengî li ser asta dewletê, ji bo ku bi qestî û neqanûnî mîrateyên dîrokî û çandî yên gelên cîran bidest bixin û wan ji hafizeya wan a dîrokî bêpar bikin, di dîroka pevçûnan de jî nedîtî ye. Ev yek carek din îspat dike, ku di şerê 44 rojan de u piştî wê jî bûyerên xerakirina mîrata dîrokî-çandî-dînî ya Ermeniyan li Qerebaxê bi mebest û plankirî ne , ew beşek in ji siyaseta bêparkirina Qerebaxê ji nifûsa wê ya ermenî.

Di rewşa heyî de, destwerdana lezgîn a civaka navneteweyî, bi taybetî UNESCO, bêtir hewce dike tevlêbûna bê asteng li ser erdê ji bo parastina abîdeyên ermenî yên Artsakh, ku beşek ji mîrata çandî ya gerdûnî ne, ji bo pêşîgirtina li bûyerên vandalîzmê.

Ev polîtîkaya berevajîkirina nasnameya mîrata dîrokî û çandî ya Ermenîstanê, wêrankirina pîrozgehên olî û berevajîkirina nasnameyê, berovajî daxuyaniyên lihevkirinê yên Azerbaycanê ye û li pêşiya pêkhatina aştiya herêmî ya li herêmê dibe astengên cidî”: di daxuyaniyê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button