PoliticsTopWorld

Sê şirketên avahîsaziyê yên Tirkiyê ji bo malzemeyên çekkirina firokeyên bêmirov didin DAÎŞ

Rojnameya Birgûn a Tirkî li ser raporta Encumena Lêkolîna Sûcên Darayî ya Tirkiyê (MASAK) ragihand, sê kompanyayên avahîsaziyê yên Tirkiyê bi milyonan dolar malzemeyên ku ji bo çekdarkirina firokeyên bêmirov tê bikaranîn dane DAÎŞê.

Li gorî rapora MASAKê ya sala 2021’an, şîrketên Altun Încî, Elferah û Mavî Yelken ên ku ji aliyê Îbrahîm Hag Heneîd ê Sûriyeyî yê bi eslê xwe Tirk ve hatiye avakirin, malzemeyên xwe difirotin çekdarên DAÎŞê.

DAÎŞ bi bernameya xwe ya balafirên bê mirov tê naskirin û li Iraq û Sûriyê balafirên bê mirov ji bo komkirina îstixbarata giştî, ji bo topbarankirin û kişandina vîdeoyên propagandayê bikar aniye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di Çileya 2021ê de ragihandibû, ku DAÎŞ ji bo wergirtina fonên xwe pişta xwe bi “navendên lojîstîk” ên li hundirê Tirkiyeyê didomîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button