
Wezareta Perwerde û Zanistê ya Komera Ermenistanê da zanîn ku îsal Olîmpîada Biyolojiyê ya Navneteweyî li Êrîvanê bê derbaskirin.
Ji bo amadekariyên çalakiya meha Tîrmehê û çi bê kirin, şêwirek hate kirin.
Şêwir bi serokatiya Arayik Harutyunyan, Serfermandarê Serokwezirê Ermenîstanê hat kirin. Wezîrê Perwerde û Zanistê Vahram Dumanyan, Alîkara Wezîr Zhanna Andreasyan, Rektorê Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê Hovhannes Hovhannisyan, Midûrê Kompleksa Werzîş û Konserê ya sêr navê Karen Demirchyan, Karen Ghazaryan beşdarî civînê bûn.
Nûnerên 80 welatan dê beşdarî Olîmpiyadê bibin. Merasîma vekirin û girtinê dê li Şanoya Opera û Baletê ya Akademîk ya Neteweyî ya Alêksander Spêndiaryan, û Olîmpîada rastîn li kompleksa spor û konserê were derbaskirin.