EconomicsTop

Di sala 2020an de li dinyayê çend şerabên ermenî hatin firotin?

Rûsya ji bo şerabên Ermenistanê bazara herî mezin berdewam dike. Zêdeyî nîvê şeraba tirî ya Ermenistanê ji bo wî welatî tê hinardekirin.

Di sala 2020’an de hinardekirina şeraba tirî ya Ermenistanê ji ber krîzên aboriyê hinekî kêm bûye. Ger di sala 2019-an de ew bi qasî 11,9 mîlyon dolarê amerîkî bû, di sala 2020-an de ew bû 8,6 mîlyon dolar. Her wiha ne ew qas qebareya şerabên hinardekirî kêm bûye, lê bihaya wan a navîn kêm bûye. Qebareya hinardekirinê 6% kêm bûye, û hatina hinardekirinê jî ji 25% kêm bûye.

Rûsya ji bo hinardekirina şeraba tirî ya Ermenîstanê bazara herî mezin e. Nêzîkî 56% ji hemî hinardekirinê diçin vir. Piçekî zêdetir ji 13% ji bo Ştatên Yekbûyî tê hinardekirin. 30% mayî – welatên din, Ukrayna, Belçîka, Swîsre, Fransa, Îtalya, Hollanda, Polonya, Kanada.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button