CultureTop

Meremê Bek’ûyêye k’omköjîya medenyetî mîaserke: k’atvê Hevk’arîya be’ra R’eþe malhebûnîyêyî serekeyî berê

Derheqa gefxwerinê miqabilî mîrat’a medenyetîye emrenîdaye Arsaxêda Lêonîdas Xrîzant’opûlosê sefîreyê Yûnanstanêyî Ermenîstanêdayî e’wil, k’atvê Hevk’arîya be’ra R’eþe malhebûnîyêyî serekeyî berê bi e’lametîyê pêþda hatîye, belgê sifareta Ermenîstanêye Yûnanstanêdayî fêysbûk’îyê e’lamdike. Meremê Bek’ûyêye k’omköjîya medenyetî mîaserke: k’atvê Hevk’arîya be’ra R’eþe malhebûnîyêyî serekeyî berê bi e’lametîyê pêþda hatîye.

“Îbadetgehê t’opraxa encama þer’ê hindava Bek’ûyêdaye Arsaxêda zevtkirîda- bi meremê t’önekirina hazirîya ermenî, hindava Adrbêcanêda e’frandina k’oma xevatê h’esavdive faþîzma medenyetî.

Bi me’nîya, wekî îbadetgehê xaçp’arêzîyê ê albanê Qefqasîyayêne, k’om gere qirarke, wekî ij îbadetgeha hazirîya ermenî gere bê hilanînê.

Dêra Qefqasîyayêye  Albanî dêra serbestbûye. Ew sedsalîya pêncada bi we’dekî kin hatîye e’frandinê  û sala 705-a t’esmîlî dêra ermenîye r’esûltîyê bûye. Elîfba albanî hindava Mêsrop Maþtosda hatîye e’franndinê, ê kö elîfba ermenî sala 405-a e’firandîye û mög’darekî þönda ya albanî e’firandîye. Dêmek îht’îmal nîne, wekî dêra ermenî hima seva k’ara xwe îbadetgehê albanî bidana xevatê.

Meremê Bek’ûyêye k’omköjîya medenyetî mîaserke, û seva wê ew gere bê t’enqîdkirinê”,- e’lametîyêda Lêonîdas Xrîzant’opûlos daye k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button