
Her t’enê meha îsaline k’anûna paþin li çadirgehê Îraqêye seva kesê we’delî cîgöhastî sê delîvê xweköþtina ÿzdîya hatne tênivîsarê.
Nav pirsqisa t’ev “BasNyûzê” Dîlvîn Xelefa wek’îla jinê ÿzdîya û k’ativtîya Yektîya ÿzdîyê K’ördistianê e’lamkirîye, wekî li çadirgeha seva cîr’aqetandîyaye li qeza Dihokê yekî cahil xwe köþtîye. eva çend meha pey wê yekêr’a bûye, çaxê keç’eke ij wê malê bi me’nîyê nee’yan xwe köþtibû.
Tiþtekî isa çendekî pêþda- meha k’anûna paþin, li çadirgeha p’enaberaye li neh’îya qeza Dihokêye Zaxoyêda hatbû tênivîsarê, li k’ö ÿzdîkî cahil jî xwe köþtibû.
Bi fikra Dîlvîn Xelefê, xweköþtin dest wê peyhatinê travmatîkî divin, wekî ÿzdîya pey köþtinê seranserr’a dîtine, wekî De’îþ-ê Þengalêda kirin.
Bi fikira ÿzdîya, ê kö li çadirgehê p’enabera dimînin, rastîyê xort û qîzê ÿzdîya xwe dest bêç’arîyê, k’esîvtîyê, xelayê û sermê diköjin. Ij wan gelek serwextdivin, wekî Îraqêda göman û pêþer’oj t’inene. Ev welat xûna ÿzdîya û e’ynata berva miletê kêmjimarda ê kö li t’opraxa Îraqê dijîn, maye.
Ÿzdî didûmînin gele sala pey azakirina neh’îyê xwer’a miqabilî þertê e’mre çetin li çadirgehê p’enabera þer’k’arîyê bikin.
Eva wê yekêva girêdayîye, wekî Beg’dayêr’a h’etanî niha levnehatîye þertne’ma t’ev Hewlêrêye derheqa normalkirina h’al li Þengalê pêþda qolkirî biqedîne û k’omekê bide bêqezîya paþdaçûyîna ÿzdîya.