CultureTop

Adrbêcanêda seva t’önekirina mîrat’a ermenîye medenyetî encomana mexsûs hatîye e’frandinê

Çawa Anar K’erîmovê wezîrê medenyetê e’lamî MST’ kirîye, encomanêda ew p’êþezan wergirtîne, ê kö serederîyê t’arîx, medenyet û nivîsara Albanîyayê dikin. “Ermenîya îz ser heykelê meye bîranînê hiþtîye, wê yekêva girêdayî em niha îzbatîya berevdikin”,- K’erîmov gotîye- bi pêþdabirina sîasîya vir’a- derheqa arizîtya dêrê xaçp’arêzîyêye- xwedêgiravî albanîda.

          “Wî t’erefîda t’ev pisporê ort’emiletîyê warê albanînasîyêda xevat tê pêþdabirinê, tê têr’adîtinê wana vexûnne li Adrbêcanê. Çawa hûn zanin, em bi h’esavhildana bêqezîabûnê nikarin her’ne wan t’opraxa. Qonaxê dinda t’ev pisporê cî û ort’emiletîyê emê her’ne wan topraxa, k’îderê heykelê albanîye bîranînêye  ermenîkirî hene, t’emamîya îzbatîya wê bêne delîlnivîsarê û wê t’emsîlî civaka ort’emiletîyêvin”,- wezîr gotîye.

          Lê h’etanî wê yekê derge-dîwanê Adrbêcanê carekêva naxwezin îznê bidine wek’îlên YÛNÊSKO-ê derda her’ne t’opraxê bin qolê xweda. Me’nî aþkelane: alîyê adrbêcanîr’a w’de lazime seva fe’þkirina “îzbatîya”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button