EconomicsPoliticsTop

Ermenîstanê di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de mezinbûna aborî ya herî zêde û enflasyona herî kêm tomar kir:Vahan Kêrobyan

Di civîna hikûmetê de Wezîrê Aboriyê Vahan Kêrobyan nîşaneyên çalakiya aborî û enflasyona welatên endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê pêşkêş kir û tekez kir ku li YAAê mezinbûna aborî ya herî zêde û enflasyona herî kêm li Ermenîstanê hatiye tomarkirin.

“Li Rûsyayê mezinbûna çalakiya aborî bû 4,4-4,5%, û enflasyon bû 8,4-8,5, mezinbûna çalakiya aborî li Bêlarûsê bû 3,3%, û enflasyon bû 10%, li Kazaxistanê 3,5% û 8,4%, li Kirgizistanê 3,6% û Ji sedî 11,2, li Ermenîstanê jî ji sedî 5,8 mezinbûna aborî û ji sedî 7,7 enflasyon hat tomarkirin. Di Yekîtiya me de mezinbûna aborî ya herî zêde û enflasyona herî kêm heye. Û ev yek dikare tekez bike ku bi siyaseta xwe me karî di her du aliyan de di nav EEU de bi erênî derkevin pêş”,-Kerobyan got.

Li gorî serokwezîrê Komera Ermenistanê. Nîkol Paşînyan, sala 2019’an li hemû cîhanê zêdebûnek di berhemên xurekan de hat tomarkirin û Komara Ermenîstanê yek ji wan welatên îstîsna bû ku berevajî vê, kêmbûna nirxê xwarinê lê hat tomarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button