
Di rûniştina 3ê Sibatê ya hikûmetê de Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan behsa astengkirina peywendiyên herêmî û serdana Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksey Overchuk bo Ermenistanê kir.
Wî tekez kir ku ev serdan yekane bû, ji ber ku ji niha ve gengaz e ku yekem encamên pratîkî yên xebata koma xebatê ya sêalî li ser rakirina blokên peywendiyên herêmî werin tomarkirin.
Paşînyan got, “Serdana duh tenê bi awayekî pratîkî bû û ji bo çêkirina rêya trênê ya Yeraşx-Celfa-Ordûbad-Mexrî-Horadiz bû.”
“Şert û mercên çêkirina rêya hesinî ji niha ve hatine bidestxistin. Li Ermenîstanê wê di çarçoveya qanûnên Ermenîstanê de, li Azerbaycanê jî di çarçoveya qanûnên Azerbaycanê de kar bike”:got Paşînyan.
“Serdana Overchuk ji bo pêkanîna vê projeyê bû. Serokwezîr got: “Em berê mijarên teknîkî – sêwirandin, fînanse – destpêkirina avakirinê nîqaş dikin”.