
Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwazîya heyeta ku di bin serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Awûstrya Alêksandr Sçalênbêrg de ku bi serdaneke xebatê li Yêrêvanê kir.
Serokwezîr bi xêrhatina serdana birêz Sçalênbêrg bo welatê me kir û hêvî xwest ku ev seredana zêdetir geşbûn û xurtkirina peywendiyên Ermenistan û Awûstrya bibe sedemek nû.
Alêksandr Sçalênbêrg da zanîn ku wî bi hevtayê xwe yê Ermenîstanê re hevdîtinên bi fêde kirin û da zanîn ku Awûstrya dixwaze bi Ermenîstanê re di her alî de hevkarî kûrtir bike.
Serokwezîr Paşînyan û wezîrê Sçalênbêrg her wiha mijarên girêdayî îmkanên xêzkirin û veqetandinê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û dabînkirina şert û mercên pêwîst ji bo wê jî hatin gotûbêjkirin.