CultureTop

Ûrartûnasê ermenî- Lûvrêda, t’ecdîdk’arê firansiz- “Ÿrêbûnî”-êda: mozexaneyê bik’evne nav hevk’arîyê

Weke 800 sala pêþda ew ort’a ç’emê Sênê û k’ûça R’îvolêda avabû û bû kela p’arastina P’arîzêye sereke. Sedsalîya 19-ada kela wergöhêzî mozexanê bû: îro bi 35 h’ezar nimûnê t’eþhîrkirinê, Lûvr h’esavdive mozexaneke dinîyaêye bi miþterîyê hereze’f. Salewextêda ev mozexane weke 10 mîlîon serdanvana  qebûldike.

          Mozexana Lûvrêda p’ara p’êþk’êþî þaristanîyê R’ohlata Nêzîk û  Navîn kirî heye, lê vira- t’eþhîrkirina zemanê Ûrartûêyî cöda heye- k’omê zirîkirî, r’exta cûr’ê me’ra û bile sêp’îya t’ûnc. Ser gele mert’alokê t’eþhîrkirinê hatîye nivîsarê- “Ermenîstanêda hatîye dîtinê”, gele cara jî nîþana pirsê hatîye danînê- safî nîne, k’a ew nimûnê t’eþhîrkirinê k’ö hatine dîtinê. Mîk’ayêl Badalyanê serwêrê qorx-mozexana “Ÿrêbûnî”-ye t’arîxqedîmnasyîê t’exmîndike, wekî ew ij Ermenîstana R’oavayêne. Ew û Xaçîk Harût’yûnyanê serwêrê merk’eza mîrat’a t’arîxmedenyetîye ö’limîzger’îyê ya wezareta XÖ’MS ij Fransîayê paþda veger’yane.

          “Bi alîk’arîya sifareta Fransîaêye CE-êda û înstîtûta Fransîaêye mîrat’ê, em t’ev Xaçîk Harût’yûnyan çûne Fransîayê,  p’evk’etina hevk’arîya ze’f ferze t’ev mozexana Lûvrê hatîye destanînê. Em r’astî Arîên T’omayê serk’arê  dêpartamênta Lûvrêye qedîmîyê r’ohlatê û  Vênsan Blanþarê dewsgirtîyê wî hatin. Em p’evk’etin bik’evne nav hevk’avrîyê. Pirsa göhastina t’eþghîrkirina “Ÿrêbûnî”-êda Lûvrê k’omekê bide”,- Mîk’ayêl Badalyan divêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button