
28ê Çile li Ermenîstanê Roja Artêşa Ermenîstanê pîroz dike. 1992 Di 28 Çile de, hukûmetê “biryara dîrokî ya li ser Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê” qebûl kir, bi vî rengî bi qanûnî damezrandina Artêşa Neteweyî ya Ermenistanê ragihand. Vazgên Sarkîsyan wek yekem Wezîrê Parastinê yê Ermenîstana serbixwe hat tayînkirin, ku di 27’ê Cotmeha 1999’an de li Meclîsa Neteweyî ya Komarê ji aliyê terorîstan ve hat qetilkirin.
Di sala 2002 de, Meclisa Netewî ya Ermenîstanê di zagona “Cejn û Rojên Bîranînê” de guherandin, li gora wê yekê roja artêşa Ermenîstanê bêxebitî bû.
Serkirdayetiya payebilind a Komara Ermenistanê bilindtirîn fermandeyê artêşa Ermenîstanê îro dê serdana pantheona leşkerî ya “Yerablur” bike û rêzê li bîranîna ermeniyên ku ji bo serxwebûna welatê xwe canê xwe feda kirine, bigire.