All NewsTop

Rûsya beşdarî çareserkirina aştiyane ya rewşên krîzê dibe, di nav de li Qerebaxa Navcîa. Lavrov

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya bi awayekî aktîf çareseriyeke aştiyane û dîplomatîk ji bo krîza li herêmên curbecur, di nav wan de Qerebax, Sûriye û deverên din, bi pêş dixe.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Lavrov di axaftina xwe ya li rûniştina giştî ya Dûmaya Dewletê ya li ser “Pirsgirêkên heyî yên polîtîkaya derve ya Federasyona Rûsyayê” de ev tişt got.

Lavrov wiha got: “Em bi awayekî aktîf çareseriyeke siyasî û dîplomatîk a aştiyane ya krîzê li herêmên curbecur, çi Qerebax, Sûriye, Lîbya, Afganîstan, kêşeya Erebî-Îsraîlî, rewşa li Nîvgirava Koreyê ya ji ber bernameya nukleerî ya Îranê be, bi pêş dixin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button