PoliticsTop

Paşînyan behsa pêwîstiya danûstandinên li ser peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kir

Divê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de peymana aştiyê bê îmzekirin, lê berî ku ev belge bê îmzakirin divê bi dawî bibe, ev di encama danûstandinan de ye. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna çapemeniyê ya li ser înternetê de ev tişt got.

Paşînyan got, “Em difikirin ku divê ew hevdîtin pêk werin, Ermenistan ji bo vê yekê amade ye”. Tekez kir ku hemû armanca pêvajoya aşitiyê ya Qerebaxê îmzekirina peymana aştiyê ye û zêde kir. “Dema em li kaxezên muzakereyê dinêrin, armanca hemû pêvajoyê îmzekirina peymana aştiyê ye. Her wiha rojeva me ya aştiyê heye, divê em rojeva îmzekirina peymana aştiyê bişopînin. Lê divê hûn berî ku peymanek îmze bikin danûstandinan bikin. Ermenîstan ji bo muzakereyê amade ye. Herî dawî jî gotûbêjkirina van mijaran ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan e”.

Paşînyan li ser nîqaşên li ser naskirina yekparçetiya axa Azerbaycanê ya ji alîyê Ermenîstanê jî diyar kir ku di sala 1992’an de ji aliyê Parlamentoya Ermenistanê ve peymanek hatiye erêkirin û tê de hatiye gotin ku Ermenîstan yekîtiya axa Azerbaycanê û têknedana sînorên wê qebûl dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button