PoliticsTop

Paşînyan amaje bi îstifaya Armen Sarkîsyan kir

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan guncav nabîne ku li ser gotinên Armen Sarkîsyan yên li ser sedemên îstifakirina ji posta Serokomariya Ermenistanê şîrove bike. Wî ev yek di konfêranseke rojnamevanî ya serhêl de ji bo nûnerên medya û rêxistinên nehikûmî got.

“Biryar ji aliyê serokkomar ve hatiye dayîn. Min bi saetan beriya pê hesiya. Duh 3,5 saet beriya weşanê telefonî min kir û em li ser axivîn. Min ji Serokomarê Komarê pirsî, gelo ew bi min re li ser vê mijarê diaxive yan jî min agahdar kiriye ku biryarek daye. Min hewl da ku fêm bikim ka biryar mijara nîqaşê ye an na.Piştî wî got ku biryarek daye”. Paşînyan got

Wî destnîşan kir ku helwêstên Serok Komarê derbarê Destûra Bingehîn de berê dihatin zanîn. “Di rûniştina pirs û bersivan ya berê de dema ku me li ser mijara guhertinên destûrî nîqaş dikir, min got ku helwesta min di vî warî de hinekî yan jî bi awayekî berçav ji helwesta Serok Komarê cuda ye. Lê ez dixwazim tekez jî bikim ku piştî sala 2018an ku Armen Sarkîsyan wek Serokomarê Komarê hat hilbijartin û piştre ez bûm serokwezîr, di ti xaleke destûrê de derbarê desthilatên Serokomariyê de ti guhertinek çênebûye, rêzik nehatine guhertin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button