PoliticsTop

Îhtimaleke mezin heye ku Ermenîstan vexwendina beşdarbûna Foruma Dîplomasî ya Antalyayê qebûl bike: Pashinyan

Ermenîstan, bi îhtîmaleke mezin dê vexwendnameya beşdarbûna Foruma Dîplomasî ya Antalyayê ya li Tirkiyeyê qebûl bike, lê ev hemû girêdayî rewşa heyî ye. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nikol Pashinyan di çarçoveya civîna çapemeniyê ya li ser înternetê ya ku ji bo nûnerên saziyên çapemeniyê û saziyên sivîl hat organîzekirin de ev tişt got.

Serokwezîr bi bîr xist ku ji bo normalîzekirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyeyê formatek hatiye avakirin, civîna ewil a nûnerên taybet beriya niha pêk hatiye. “Ez wisa difikirim ku ger ev dînamîk were domandin, îhtimaleke mezin heye ku Ermenistan vexwendina beşdarbûna vê forumê qebûl bike. Helbet her tişt bi rewşa heyî ve girêdayî ye, lê bi kêmanî piştî civîna yekem, îhtîmala ku Ermenistan vexwendnameyê qebûl bike zêde dibe”.

Wî da zanîn ku hemû civaka navneteweyî pir bi xîret e, piştgirîya normalîzekirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyeyê dike. Rûsya, YE, Ştatên Yekbûyî Amerîkayê, Paşînyan difikirin ku welatên herêmê jî pir eleqedar in. “Rast e ku em rojeva aştiyê bilind dikin, lê bi baweriya min her kes bi rojeva aştiyê re eleqedar e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button