PoliticsTopWorld

Îhtîmala ji nû ve destpêkirina kêşeya Nagorno Qerebaxê navîn e, bandora wê li ser berjewendiyên Amerîkayê kêm e

Navenda Çalakiya Pêşîlêgir a Encumena Têkiliyên Derve, Lêkolîna Pêşîtiya Pêşîlêgirtinê ya 2022an, ku li nakokiyên cîhanî dinêre, îhtîmala derketina wan ya îsal, girîngî û bandora pevçûnê, di çarçoveya berjewendiyên Ştatên Yekbûyî Amerîkayê de dinirxîne. Armanca raporê ew e ku alîkariya rêveberiya ŞY di pêşxistina siyaseta xwe ya derve de bike. Dengê Amerîka li ser vê yekê dinivîse.

Ew nakokiyan dike sê kom an qatên bandorê: Pêşîniya bilind, navîn û nizm. Girîngiya nakokî an jî rewşan bandora li ser berjewendiyên Amerîkayê bi anket û lêkolînan tê diyarkirin. Zêdetirî 11,000 karbidestên amerîkî, pisporên têkiliyên derve, vekoler û pispor bersiva anketa navendê didin û di encamê de ev an ew pevçûn di asteke sê qat de cihê xwe digire.

Nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de di rapora navendê de cih girtiye, ku li gorî wê nakokiya li ser Nagorno Qerebaxa dibe ku ji nû ve dest pê bike û di navbera Tirkiye û Rûsyayê de alozî derkeve. Li gorî vê raporê, îhtimala zêdekirina aloziyan kêm e, lê belê bandoreke kêm li ser berjewendiyên Amerîkayê heye û ji bo Amerîkayê jî ne xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button