EconomicsTop

Eduard Martirosyan li ser santrala atomê ya nû, ya ku li Ermenîstanê tê çêkirin, hûrgilî pêşkêş kir

Pisporên santrala atomê ya nû ya li Ermenîstanê, ku Rosatom wê li Ermenîstanê ava bike, wê li Rûsyayê bên perwerdekirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Rêveberê Giştî Santrala Atomê ya Ermenistanê Edûard Martîrosyan li ser vê yekê agahî da TASSê.

Ser pirsa ku dê karmendên pêşerojê yên santrala atomê li ku û kengê werin perwerdekirin Martîrosyan bersiv da:”Li Rûsyayê”.

Hat destnîşankirin ku heyama xebata santrala atomê ya ku li Ermenistanê heye heta sala 2026an hat dirêjkirin û bi vê santralê wê 10 salên din jî bê dirêjkirin. Eduard Martirosyan destnîşan kir ku avakirina santrala nû ya atomê wê 10-12 salan bidome.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button