
Serokomarê Ermenistanê Armên Sarkîsyan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê de bo Îmarata Erebî, hevpeyvînek ligel kanala Sky News Arabia kir û di wê hevpeyvînê de behsa geşedanên navçeyî, pêwendiyên Tirkiyê bi Azerbaycan û Ermenistanê re jî kir. Li ser vê yekê Ofîsa Serokomariya Ermenîstanê agahdar dike.
Serokomarê Ermenistanê destnîşan kir ku di siyasetê da îstiqrar lazim e.
“Ermenistan û Azerbeycanê ji bo muzakereyan platforma hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE bû. Serokomar got: “Mixabin ew danûstandin bi ser neketin. Şerê me hebû ku bijardeya herî xirab bû.”
Sarkîsyan hêvî xwest ku di encama hevdîtinên sêalî de li herêmê aştiyeke biîstiqrar û pragmatîk pêk were.
“Ez hêvî dikim ku vê carê Azerbaycan û Ermenîstan bi lihevkirinan karibin aştiyeke mayînde ava bikin. “Lê ne hêsan e,” wî got.