
Parlamêntar Vîyan Daxîl bang li hikûmeta Federal kir ku demildest destwerdanê bike û 700 malbatên Êzidî yên di bin berfê de mane rizgar bike.
Dexîl ku di heman demê de berdevkê Partîya Dêmokrataî Kûrdîstanê li Parlamentoya Kûrdîstanê ye jî got, ji ber serma û berfê zêdeyî 700 malbatên êzîdî yên Şingalê li kampa Serdeştê dijîn, piştî ku DAIŞê di sala 2014an de malên wan wêran kiribûn û êrişî wan kiribûn. . “
“Ew hemî di berfê de asê mane, û ne xwarinek wan heye, ne nefta spî û ne jî betaniye,” wê got jî.
Wê bang li hikûmeta xwecihî ya Nînewayê kir ku qeyranê çareser bike û alîkariya penaberan bike ku vegerin malên xwe, bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê.
Di 9ê Çirîa paşin de, Bexda û Hewlêrê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê li hev kirin û li gor wê rêkeftinê dê navçe bi hevbeşî were birêvebirin.