
Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan agahî da Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nênsi Pêelosî.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di hevpeyvînekê de ligel “Dengê Amerîka” piştî civînê, Alên Sîmonyan tekez kir ku civîn gelek dirêj dom kir, gelek mijar hatin gotûbêj kirin.
“Berî her tiştî ez hem spasiya xanim Pêlosî û hem jî senatorên hazir dikim ku di pejirandina biryara Qirkirina Ermeniyan de keda wan hebû. Her wiha me rewşa herêma xwe, pêvajoyên di têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê de diqewimin, rewşa li ser sînorê Azerbeycanê, provokasyonên li ser sînor pêk tên jî nîqaş kirin. Sûmonyan wiha got: “Ez bi kêfxweşî amaje bi wê yekê dikim ku axaftina hema hema bi hemû hevkarên ku beşdarî civînê bûne di heman mantiqê de derbas bû.