SocietyTop

Têkiliya hewayî ya navbera Tirkiye û Ermenistanê wê di 2ê sibatê de dest pê bike

Wezareta Gihandin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê roja destpêkirina têkiliya hewayî Yêrêvan-Stenbolê eşkere kir. Ev yek ji aliyê Anadolu ve hat ragihandin.

“Li gorî ajansê, geştên yekem ji bo roja çarşemê, 2ê Sibata 2022, têne plan kirin.

Wezareta Gihandinê ya Tirkiyê bal kişand ser danûstandinên li ser asayîkirina peywendiyên bi Ermenistanê re.

Ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji aliyê Rêhewayên Pegasus yên Tirkiyeyê ve heftê sê caran sefer tên kirin. Ji bo 3 seferên balafiran ji Stenbolê ber bi Yêrêvanê ve, destûr hat dayîn ku şîrketa hewayî ya Ermenistanê Fly One Ermenîstanê pêk bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button