
Kesitîyê Êzîdî yê navdar Şêx Şemo Sêşemê li nexweşxaneyeke paytexta Tirkîyê Enqerê jiber alozîyên nexweşîya COVID-19 koça dawî kir.
Çapemeniyê ji zarê Şêx Şemo wiha gotiye: Wî sê hefte berê jiber nexweşîya vîrûsa ji nexweşxaneyeke Enqerê re hatibû veguhastin û heta îro dihat derman kirin.
Şêx Şemo şîretvanê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê bo karûbarên Êzîdîyan bû û herwiha berpirsê Navenda Laleş ya Rewşenbîrî bû.
Şêx Şemo di sala 1961’ê de li gundê Bacid Mîrê yê devera Dêrabûnê li Herêma Îraqê ji dayîk bû.