PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan eşkere kir ku aliyê Ermenistanê çi pêşniyar pêşkêşî Azerbaycanê kiriye

Aliyê ermenî bi armanca kêmkirina rewşa li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, kêmkirina rageşiyê, zêdekirina ewlehî û îstiqrarê û derbaskirina wê ji aliyê rûsî û hevkarên Azerbaycanê re bi rêya Rûsyayê pakêteke tedbîran amade kiriye. Li gorî rapora “Armenpress”ê, Wezîrê Derve Ararat Mîrzoyan di civîna pirs û bersiva endamên hikûmetê li Meclisa Netewî de, bersiva pirsa parlamentera Fraksiyona “Peymana sivîl” Hrîpsîme Grîgoryan da.

Parlamenter bi bîr xist ku di 14’ê çile de Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Sêrgêy Lavrov, li ser pirsa rojnamevan a li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, diyar kir ku di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan re , aliyê Ermenistanê pêşniyarên nû pêşkêş kirin, ku hatin şandin Azerbaycanê ra . Grîgoryan pirs kir ku di mijara çi pêşniyaran de ye, eger ji niha ve bersivek ji Bakûyê hebe, wê demê bertek çi ye?

Wezîrê Derve amaje bi wê yekê jî kir ku, bi awayekî xwezayî ew nikare hûrgiliyan biweşîne, ew jî ne wate ye. Niha li benda bersivê ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button