PoliticsTop

Wezîrê dewletê: Divê welatên hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE vê rastiyê bipejirînin ku mafê çarenivîsiya gelê Artsaxê tê bikaranîn.

Bi hin nûnerên rêxistinên navneteweyî re hin têkiliyên rasterast ên Artsaxê hene. Wezîrê dewletê yê Artsaxê Artak Beglaryan di civîna çapemeniyê ya 18ê Çile de ev tişt got.

“Pir caran ev têkiliyên nefermî ne. Em dikarin nêrîna xwe bi vî awayî ragihînin, lê têkiliyên sereke bi rêya Komara Ermenîstanê pêk tên, bi taybetî jî hêzên dîplomatîk”: got Wezîrê dewletê yê Artsaxê.

Wî destnîşan kir ku piştî şer tecrîta navneteweyî ya li ser Artsaxê kûrtir bûye. “Azerbaycan ji bo vê yekê hemû hewlên xwe dide. Heta niha hevserokên Grûba Mînskê ya OSCE neçûne Qerebaxê, “bi saya” Azerbaycanê. Heman tişt ji bo UNESCO, Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê jî derbas dibe. Yanî hemû kesên ku amadebûna xwe ya ji bo seredana Artsaxê ragihandine. Wan jî got ew ê kengê bên, lê nehatin.Sedem jî blokê ye Azerbeycanê ye. Cihê ​mixabiniyê e ku rêkxistinên navdewletî rastî kiryarên neqanûnî û nemirovane yên Azerbaycanê tên, bi taybetî ku erkên wan parastina mafên mirovan û çareserkirina pirsgirêkên mirovî ye. Divê pêşî li mafên mirovan bê girtin. Divê rêxistinên navneteweyî wêrektir bin. Tecrûbeya min a ombudsman kêmbûna wêrekiya wan nîşan dide

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button