PoliticsTop

Reftara hovane ya Alîyêv bi bêdengiya hevserokên Koma Mînskê ve girêdayî ye

Ev reftarên hovane yên Alîyêv bi bêdengiya Hevserokên Koma Minskê ve girêdayî ye. Wezîrê Dewletê ya Komera Artaxê Artak Bêglaryan di 18’ê çileyê de di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re, bersiva navbeynkaran da, ji bo pirsa gotinên Aliyev yên pêkenok û îdiaya wî ya ku nakokî “çareser bûye.”

Artak Bêglaryan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne cara yekem e ku qerfên xwe bi hevserokan re dike, ne tenê qerf dike, heqaretê jî dike. Divê hevserok tedbîrên tund bigirin. Divê ne ji pozîsyona navbeynkariyê, ji pozîsyona hakemê biaxivin. Heger Azerbeycan dibêje ku nakokî çareser bûye jî, her kes fêm dike ku rewş hîn kûrtir bûye. Û hemû hevserok jî qebûl dikin ku pirsgirêk çareser nebûye. Heger Azerbaycan naxwaze bi civaka navneteweyî re têkilî deyne, divê civaka navneteweyî biryarên yekalî bide.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button