
Di Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê de, wê 6 nûnêrên Ermenîstan beşdar bibin.
Li gorî “Armenpress”ê, Komîteya Olîmpî ya Ermenistanê (KOE) li ser vê yekê dinivîse. Federasyona Skî ya Navneteweyî der barê beşdarbûna 4 werzişvanên ermenî yên li Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê de agahî da Komîteya Olîmpî ya Ermenistanê .
Ji ber pûanên lihevhatinê, skîker Mîkayel Mîkayelyan, Katya Galstyan, Angêlîna Mûradyan û skîer çiya Harûtyûn Harûtyûnyan cih girtin.