
Serwêrtîya K’ördistana Îraqêye bi þöxölê ÿzdîyê r’evandî e’lamkirîye, wekî van r’oja keç’eke ÿzdî jî hatîye dîtinê, wekî DE’ÎÞ-ê sala 2014-a ew r’evandibû. Keç’ik çadirgeha Sûrîaêye Al-Holêda hatîye dîtinê, li k’ö sîlih’darê DÎ-êye girtî û neferê malê wan têne xweykirinê. Nav pirsqisa “BasNyûz”-ê H’öseyn Qaîdîyê serwêrê serwêrtîyê e’lamkir, wekî R’oza Emîn Berek’eta 19 salîye dîtî çendekî dinê wê bê paþdaveger’andinê li Sîncarê û neferê mala xweva wê cemve.
Em bînne bîr, wekî meha sala 2014-aye t’ebaxê tirsk’arê DÎ ÿrîþ birne ser neh’îya ÿzdîyaye Sîncarêye li þimala Îraqê, wira bi köþtina bi seda binelîyê e’dilî û bi r’evandina 6000 meriva zêdetir, ij k’îjana p’ayê p’ir’ê jin û zar’. Bi salixê mecalê cîye ST’, h’ökömeta K’ördistanêye neh’îyêr’a levhatîye 3550 ÿzdîya zêdetir bivîne û xilazke, k’îjan sîlih’dara sala 2014-a r’evandibûn. Xevata bona e’yankirina yazîya 2800 meriva zêdetir pêþda diçe.