PoliticsTop

Shoygu. Hêza Aştiyê ya RPEK wê heta 19’ê Çile ji Kazakîstanê bê derxistin

Li gorî planê, Hêzên Aştiyê yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf wê heta 19’ê Çileyê ji Qazaxistanê vekişin. Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu li ser vê yekê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn agahdar kir, TASSê ragihand.

“Em ê sibe hemû hêzên xwe yên ji Ermenistan, Tacîkistan, Belarûs û Qirxizistanê , bi 14 balafiran ji vekişînin. Em plan dikin ku di 19’an de hemû xebatan biqedînin”: Şoygu wiha got.

Li gorî Wezîrê Rûsî, hêzên aştiyê yên RPEK li Qazaxistanê 14 sazî girîng ên taybet parastine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button