
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên aştiyê yên RPEK (Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf) dest bi veguhestina tiştên parastî ji bo saziyên qanûnî yên Qazaxistanê kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li gorî plana ku ji aliyê Fermandariya Hêzên Aştiyê ya RPEK û Wezareta Parastinê ya Qazaxistanê ve hatiye amadekirin, radestkirina tesîsên giştî yên ku ji aliyê hêzên aştiyê ve tên parastin, ji bo saziyên welat dest pê kiriye.”
Li gorî Wezareta Parastina Rûsyayê, vegerandina hêzên aştiyê yên RPEK bo welatên xwe wê bi hevkariya aliyê Qazaxistanê were organîzekirin.