PoliticsTop

Ermenistan û Tirkiyê li hev kirin ku danûstandinên ji bo çareseriyeke tam bê şert û merc berdewam bikin

Di 14ê Çile de, Nûnerên Taybet Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê Ruben Rubinyan û Balyozê Serdar Kiliç Pêvajoya Çareseriyê ya Ermenistan-Tirkiyê li Moskovayê civiyan. Li ser vê yekê ji Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê agahî da “Armenpress”ra.

Di civîna yekemîn de di atmosfereke avaker de nûnerên taybet li ser pêvajoya çareseriyê ya bi rêya diyaloga Ermenistan-Tirkiyeyê de fikrên xwe yên destpêkê guherandin.

Aliyan li hev kirin ku danûstandinên ji bo çareseriyeke tam bê şert û merc berdewam bikin.
Dem û cihê civîna duyemîn wê di dema xwe ya diyarkirî de bi rêyên dîplomatîk bê diyarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button