PoliticsTop

Davît Babayan komkujîya ermeniyên Bakûyê yek ji diyardeyên herî bi xwîn yên siyaseta qirkirinê ya Azerbaycanê dibîne

Wezîrê Karên Derve yê Komara Artsaxê Davît Babayan komkujiya ermeniyên Bakûyê weke yek ji bûyerên herî bi xwîn yên sîyaseta qirkirinê ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin, dinirxîne.

Davît Babayan bona 32 salvegera qetlilkirna ermeniyan li Bakûyê di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re da xuyakirin ku di sala 1990’an de, 13ê çile di dîroka gelê ermenî de yek ji rûpelên herî trajîk e.

“Wê rojê li Bakûya paytexta Azerbaycanê komkujiya ermeniyan dest pê kir. Divê em bibin yek, siyaseteke rast bimeşînin, civakeke xwenda, welatparêz ava bikin. Tenê wê demê wê mimkûn be ku xwe ji darizandinên dijwar yên weke fermana li Bakûyê dûr bixin”,-Babayan got.

Bi gotina wî, bi dehan sal in bernameyên derxistina ermeniyan ji Azerbaycanê têne cîbicîkirin û komkujiya li Bakûyê yek ji bûyerên herî xwînî yên siyaseta qirkirinê ya Azerbaycanê ye. Babayan ne tesadufî nabîne ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv di êvara salvegerê de hevpeyvîna xwe kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button