SocietyTop

Civakên li ser sînor wê zêdetir pere ji dewletê bistînin

Ji niha û pê de civakên ser sînor yên Komara Ermenistanê wê ji hikûmetê zêdetir alîkarî bistînin. Wezîrê Rêvebiriya Herêmî û Binesaziyê Gnêl Sanosyan îro di rûniştina hikumetê de, pêşniyarên guhertinên di bernameyên destekkirina binesaziyên civakê de pêşkêş kir.

Sanosyan wiha got: “Salên berê civakên sînor û bilind di yek rêzê de bûn, niha me hewl da ku civakên sînor ji hev cuda bikin, xeteke cuda ji wan re peyda bikin û mûçeya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn zêde bikin.”

Fînansekirina kreşên zarokan jî hat zêdekirin. Dûrbûna civakê ji civakê re çi dibe bila bibe, saziyên pêşdibistanê dê ji îsal ji sedî 70, li civakên li ser sînor jî ji sedî 80 hev-fînanse werbigirin.

Hikûmet ji bo pêşxistina çandiniyê wê alîkariya çêkirina rêyên ku diçin mêrgên dûr bike.
Pêkhateyên nû yên ku di bernameyên yarmetiyê de cih digirin jî bernameyên dabînkirina înternetê ya bilez ji bo civakan û avakirina stargehan in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button