
Ermenî li Bakûyê man. Berê jî nêzî 250 hezar ermenî ji Bakûyê derketin. Yekem Parezvanê mafê mirova ya Komara Ermenistanê, aktîvîsta mafên mirovan Larîsa Alavêrdyan di hevpeyvîna xwe de bi “Hayeli” re ev tişt got.
“Bi giştî nêzî 300-350 hezar ermenî ji Azerbaycanê derketin. Tişta ku hat serê ermeniyên Bakûyê nemirovî û hovane bû. Mirov hatin kuştin, ji malan hatin derxistin, talan kirin, ajotin deryayê. Deryaya Xezerê di wan rojan de çi dît, dîrok wê hîn jî eşkere bike. Kuştina li benderan berdewam kir. Li Bakûya ku ji aliyê ermeniyan ve hatiye avakirin ermenî hatin kuştin. Çend kes li benderan mirin, çend kes hatin avêtin deryayê. Ev hemû sûcê tevahiya gelê Azerbaycanê ye, ji ber ku piştre tenê înkarkirin û sûcdarkirina ermeniyan hat kirin. Di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de tîbûna xwîna ermeniyan têr nabe”,- xeberdana xwe anî serî Larîsa Alavêrdyan.