All NewsTop

Veguheztina leşkerên Ermenîstanê ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bo Qazaxistanê bi dawî bû

Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê ragihand ku balafirên veguhestina leşkerî yên Federasyona Rûsyayê veguhestina leşkerên Ermenîstanê ji hêzên aştiyê bo Qazaxistanê temam kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Veguhestina leşkerên ji hêzên aştiyê yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ji Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê ji bo Komara Qazaxistanê bi balafira veguhestina leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi dawî bû.”

Hate gotin ku leşker ji balafirgeha “Zvartnots” a Ermenîstanê bi firokeyên veguhestina leşkerî yên “Il-76” yên hêzên hewayî û fezayî yên Rûsyayê bo balafirgeha Almatî ya Qazaxistanê hatin veguhestin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button